Îran 4 kamp û baregehên partiyên Rojhilatî hedef girt
Di saetên şeve de 4 kamp û baregehên partiyên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin armanckirin û qurbanî hene.
Di saetên şeve de 4 kamp û baregehên partiyên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin armanckirin û qurbanî hene.
Supayê Pasdaran ya rejîma Îranê bi rêya muşekan û balafirên bê mirov êriş bire ser 4 partî û kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê kirin.
Li gorî agahiyên hatin girtin saet ji 19:30 heta saet 20:10 deqîqeyan bi muşek û balafirên xwekujî êrişî baregeha partiya Komele ya li gundê Zirguêzele ya ser bi navçeya Tanceru ya Parêzgeha Silêmaniyê hatiye kirine.
Hate ragihandin ku di êrişan de kesek birîndar bûye. Ziyanên madî pir zêde hene.
Dîsa balafirên bê mirov û xwekuj êrişî Kampa Zewîye Spî ya Partiya Demokratîk ya Kurdistanê ya Îranê hatiye kirin. hate ragihandin ku berî bigihêje armancê hatiye teqandin.
Hate ragihandin ku bi muşekan êrişî baregeha Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) ya li bajarokê Pirdê jî hatiye kirin. Ev muşek jî negihişte armanca xwe hatiye îmhakirin.
Li bajarokê Sûrdaş balafireke bê mirov ya xwekuj ku arasteyî kampa partiya Komel hatibû kirin li esmanan hate teqandin.